Sanda ENKSê li Washingtonê ligel Wezareta Derve ya Amerikayê dicive

23 August 2019 12:49 0 dîtin
Sanda ENKSê li Washingtonê ligel Wezareta Derve ya Amerikayê dicive

PeyamaKurd - Şanda Encûmena  Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) li Washintonê ligel Wezareta Derve ya Amerikayê dicive. Ev seredan piştî hevdîtina ENKS berî çend rojan ligel Wezareta Derve ya Rûsya tê, ku şand a ENKS ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriye Mihail Bogdanov tê.

‘ROJEVA HERÊMA EWLE Û SEKNA AMERÎKA, PROJEYA ENKSÊ BO MIJARÊ YE’

Endamê şanda ENKSê û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Ibrahîm Biro ji K24ê re ragihand, ku rojeva civîna wan liser rewşa herêma ewle û sekna Amerika, projeya ENKSê bo mijarê û herweha nasandina rêkeftina di navbeyna Amerika û Tirkiye de ne. ENKS dixwaze dîtin û nerînên xwe di mijaran de bi awayek yekser û zelalî bigihîne Amerika.

Ibrahim Biro diyar kir: “Nezelaliyek liser Rêkeftina Tirkiye û Amerika de heye. Bawer in, ku Amerika û Tirkiye di çendîn babetan de seknên cuda hene. Pêkanîna devera aram bi egera dûrxistina şer, li herêmê erênî ye.

Daxwaza ENKS ew e, ku bi rastî li deverê aramî çêbibe, ji bo ku xelkê vê deverê yên awarebûyî vegerin mal û warên xwe. Rêvebiriyek Nû li herêmê pêk were. Guherandinên erênî û ewle li herêma Kurd lidar bikevin. Jiber, ku hin metirsî hene û ENKS dixwaze bizane, vegera penaberên Sûrî dinav çi formulan de dibe?

Ger korîdorek ji bo vegera wan be tiştek e, lê ger li herêmê werin bicîhkirin, dibe tiştek din! Ew metirsiyek e û guherîna demokgrafiya rojavayê Kurdistanê ye. Gelek girîng e ENKS van mijaran bi dewletan re gotûbêj bike û sekna ENKS bigihîne platformên cîhanî”.

‘MIJARA VEGERA PÊŞMERGEYÊN ROJ’

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve Ibrahim Biro, herweha got: “Dever pêwîstiya wê, bi rolek siyasî, rêvebirî, leşkerî jê re divê. Bi dewletên hevdîtinên me pêk tên re, mijara vegera Pêşmergeyên Roj tê behskirin, ku hêzek serbazî xwedî ezmûn e, şerek demdirêj li dijî DAIŞ kiriye, gencên Rojavayê Kurdistanê ne. Mafê wan ê rewa ye, liser erdê welatê xwe bin. Herweha rol a ENKS di ware siyasî û rêvebirî de jî hebe, ku Rêvebiriyek Nû û demokrat li deverê ava bibe.”