Amerîka, ligel wî welatî dest bi tetbîqatan dike

06 September 2023 16:49 0 dîtin
Amerîka, ligel wî welatî dest bi tetbîqatan dike

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihadin, Ermenîstan û Amerîka dê hefteya bê li Ermenîstanê tetbîqata leşkerî ya hevpar li dar bixin. 

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ve hat dayîn de hat ragihandin ku tetbîqata "Eagle Partner 2023" dê di navbera 11 û 20ê Îlonê de "di çarçoveya amadekariya beşdarbûna Ermenîstanê ya mîsyonên aştîparêz ên navneteweyî" de bê lidarxistin.

Hat ragihandin ku tetbîqat dê bi giranî li Navenda Perwerdeyê ya Lîwaya Aştiyê ya Zar û Navenda Perwerdehiyê ya Wezareta Parastinê yên ku di mijdara sala borî da bi fînansekirina Amerîkayê hatibûn nûjenkirin û vekirinê bên kirin. 

Rayedarên Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di daxuyaniyê de got ku "Zêdekirina asta operasyona lihevhatî ya leşkerên Ermenî yên ku beşdarî mîsyonên aştiyê yên navneteweyî dibin" û "amadekirina ji bo guhertinên plansazkirî yên di Konsepta Kapasîteya Operasyonên" de ye. Ev tetbîqat, di çarçoveya Bernameya Hevkariya ji bo Aştiyê ya NATOyê de ji bo welatên hevkar ên ne-endam hatiye avakirin.

Leşkerên Ermenî, ji bo amadekariya operasyonên aştiyê yên navneteweyî, gelek caran beşdarî tetbîqat û rahênanên hevbeş ên bi welatên hevkar re dibin."