Îsraîlê, ligel Amerîkayê dest bi tetbîqatan kirin!
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Berdevkiya Artêşa Îsraîlê, Hêza hewayî ya Îsraîlê beşdarî tetbîqata li eyaleta Nevada ya Amerîkayê bûye û di vê tetbîqatê de dê balafirên şer ên F-35 û firokeyên sotemeniyê yên asîmanî bên bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê û Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê tetbîqata asîmanî ya bi navê "Ala Sor" dan destpêkirin ku dê li eyaleta Nevada ya Amerîkayê nêzî 2 hefteyan berdewam bike.
Hat diyarkirin ku di tetbîqatê de dê "Êrîşa kûr a stratejîk, mîsogerkirina serweriya asîmanî, êrîşên asîmanî yên yên hevpar, parastina qada asîmanî, pêşîlêgirtina hêmanên asîmanî yên dijmin, firîna bilindahiyê kêm, êrîşa li topografya biyanî ya ku wesayîtên parastina asîmanî lê ne" werin tetbîqkirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku dê balafirên rijandina sotemeniyê yên Îsraîlî li balafirên şer ên Amerîkayê yên li asîmên dabîn bikin û balafirên sotemeniyê yên Amerîkayê yên cureya KC135 ku biryar e di demek nêzîk de têkevin nav envantera Îsraîlê, dê li asîmên firokeyên F-35 ên Îsraîlî sotemeniyê bidin.
Hat diyarkirin ku di tetbîqata "Ala Sor" de jî 7 balafirên şer ên F-35 ên hêzên hewayî yên Îsraîlê û 2 balafirên enerjiyê yên Boeing 707 "Ram" jî beşdar dibin.
Tetbîqata navborî piştî tetbîqata "Juniper Oak (Juniper Oak)" ya ku di meha Çileyê de ji aliyê artêşên Îsraîl û Amerîkayê ve hat kirin, tê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, nêzî 100 balafirên ku beşdarî tetbîqatê dibin, dê rojê 2 caran rabin û heta 5 saetan li asîmên bimînin.
Di nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hat destnîşankirin ku ev tetbîqat, wekî "peyameke ji bo Îranê" hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin