Îdia: Leskerên Amerîkayê, dê ligel Îsraîlê bikevin Xezayê!

12 October 2023 15:00 0 dîtin
Îdia: Leskerên Amerîkayê, dê ligel Îsraîlê bikevin Xezayê!

PeyamaKurd- Li ser nûçeyên spartiya agahiyên berpirsên artêşa Amerîkayê, hat îdiakirin ku hêzên taybet ên Amerîkayê dê ligel leşkerên Îsraîlê, beşdarî xebatên rizgarkirina dîlgirtiyên li Xezayê bibin.

Li gorî nûçeya Malpera Messenger a Amerîkî ku li ser bingeha du berpirsên artêşê hat belavkirin, Pentagon xwe amade dike ku yekîneyên taybet ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên di destê Hamasê de bişîne herêmê.

Tê texmînkirin ku Hamasê zêdetirî 150 Îsraîlî dîl girtine û nêzî 20 Amerîkî jî di nav wan kesên ku revandibûn Xezayê de hene.

Hat îdiakirin ku hêzên taybet ên Amerîkayê yên li baregehên li Ewropayê bi cih bûne, beriya niha ketine nobetê.

Her wiha hat îdiakirin ku heger ferman b dayîn, leşker dikarin di nav çend saetan de li Îsraîlê dest bi operasyonê bikin.