Amerîkayê, ligel wî welatî dest bi tetbîqateke mezin kir
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê Yonhapê ve hat ragihandin, Amerîka û Koreya Başûr, dest bi tetbîqata dorfireh a asîmanî kiriye. Hat diyarkirin ku tetbîqat li Nîvgirava Koreyê tê kirin.
Li gorî nûçeya ku hat ragihandin, piştî ceribandinên moşekên balîstîk ên Koreya Bakur, her ku diçe hêrsa li Koreya Başûr zêde dibe û hat diyarkirin ku di rêça van pêşveçûnan de hêzên Amerîka û Koreya Başûr dest bi tetbîqateke dorfireh a asîmanî kiriye.
Hat diyarkirin ku ji bo tetbîqêtê dê 140 balafirên Koreya Başûr ên F-35A, F-15K û KF-16 amade bin û Amerîka jî dê bi 100 balafirên F-35B û EA-18 piştgiriyê bike.
Her wiha hat ragihandin ku ji bilî balafirên şer, dê tanqêrên KC-135 û balafirên kifşê yên U-2 jî di nav tetbîqata dorfireh a hevpar de cih bigirin.
Li gorî agahiya ragihandin, dê Hêzên Asîmanî yên Avustralyayê jî beşdarî vê tetbîqatê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin