Lubnanê, dîroka destnîsankirina peymana ligel Îsraîlê ragihand
PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Meclisa Lubnanê Îlyas Ebu Saab, dîroka destnîşankirina peymana deryayî ya navbera Lubnan û Îsraîlê ragihand. Li gorî ragihandina Saab, dê peyman di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de were destnîşankirin.
Li gorî daxuyaniya Îlyas Ebu Saab, dibe ku peymana diyarkirina sînorê navbera Îsraîl û Lubnanê, di navbera 26 an jî 27ê Cotmehê de were destnîşankirin.
Saab, bi rêya qenala televîzyona Al Hurra ya bi navenda xwe li Amerîkayê ye ragihand ku wan li ser vê peymana sînorî bi Îsraîlê re li hev kiriye û dê di vê meha Ccotmehê de peyman di bin çavdêriya NYê de were destnîşankirin.
Li gorî ragihandina Saab, dibe ku destnîşana peymanê li navenda NYê ya Nakurayê ya li welêt were destnîşankirin. Her wiha bi berdewamî hat ragihandin ku ji bo destnîşankirina peymanê, kî di şanda Lubnanê de cih bigire, ew ê biryar ji aliyê Serokomarê Lubnanê Mîşel Avn ve were dayîn.
Di navbera Îsraîl û Lubananê de li ser qada deryayê ya 860 kîlometirî lihevnekirinek heye û hem Îsraîl hem Lubnan, li ser vê qada navborî amaje dikin ku xwedî maf in. Ev peymana diyarkirina sînorî jî ji bo bidawîbûna vê neliheviyê hatiye çêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin