Rusya, ligel wî welatî dest bi tetbîqatê dike

09 January 2023 01:00 0 dîtin
Rusya, ligel wî welatî dest bi tetbîqatê dike

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Belarusê ve hat ragihandin ku ew ê bi firokeyên Rusyayê, tetbîqatan pêk bînin. Wezareta Berevaniyê ya Belarusê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên asîmanî yên Rusya û Belarusê, dê ji 16ê Çileyê heta 1ê Sibatê, tetbîqatên firîna taktîkî yên hevbeş pêk bînin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Belarusê de di derbarê tetbîqata hevpar a bi Rusyayê re ku 2 hefte dewam kir de daxuyaniyek da û tekez kir ku hêzên hewayî yên herdu welatan dê li gorî dema hatiye diyarkirin, tetbîqata firîna taktîkî ya hevpar pêk bînin.

Di daxuyaniyê de ev hûrgilî hatin parvekirin:

"Di navbera 16ê Çileyê û 1ê Sibata 2023yan de dê tetbîqatek firîna taktîkî ya hevbeş bi beşdariya yekîneyên hewavaniyê yên hêzên çekdar ên Rusya û Belarusê ku di nav hêmana hewavaniyê ya koma herêmî ya hevbeş (Rusya-Belarus) de cih digirin, were lidarxistin.

Hat ragihandin ku hêmanên hewayî yên Hêzên Esîmanî yên Federasyona Rusyayê, îro gihîştine Belarusê û wiha hat gotin: "Hemû balafirgeh û polîgonên hêza hewayî û parastina hewayî ya Hêzên Çekdar ên Belarusê dê di dema tetbîqata firîna taktîkî de bixebitin."