Rusya û Çîn, ligel wî welatî dest bi tetbîqata deryayî dikin

22 February 2023 16:30 0 dîtin
Rusya û Çîn, ligel wî welatî dest bi tetbîqata deryayî dikin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Efrîkaya Başûr, Rusya û Çîn dê tetbîqatên hevpar ên deryayî pêk bînin. Tê payîn ku tetbîqat li peravên Efrîkaya Başûr bên kirin.

Di agahiyên hatin destnîşankirin de hat ragihandin ku di tetbîqatê de ew ê li hember gefên li ser ewlehiya deryayî rawestin û hat diyarkirin ku amadebûna hêzên deryayî yên welatan, ji bo parastina aştî û îstiqrara herêmê bi hevparî nîşan dide.

Li gorî daxuyaniya servîsa çapemeniyê ya Komkeştiya Bakur a Rusyayê, Keştiya Admiral Gorshkov gihîşt bendera Richards Bay a Efrîkaya Başûr.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Keştiya Şer a Amîral Gorşkov, erka xwe ya sefereke dûr û dirêj pêk hanî û gihîşt bendera Richards Bay a li Komara Efrîkaya Başûr.”