Rusyayê, ligel wî welatî dest bi tetbîqata asîmanî kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Belarusê ve hat ragihandin ku îro hêzên leşkerî yên Belarusê, ligel Rusyayê dest bi tetbîqata firîna leşkerî ya hevpar kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê dezgeha çapemeniyê ya wezaretê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku tetbîqata taktîkî ya firîna hevpar a yekîneyên asîmanî ya Hêzên Çekdar ên Belarusê û Hêzên Çekdar ên Rusyayê dest pê kir.
Hat destnîşankirin ku formasyonek ji Hêzên Asîmanî û Fezayê yên Rusyayê, beşdarî tetbîqatê bûye û wiha hat gotin:
"Armanca sereke ya tetbîqatê ew e ku lihevhatina operasyonê ya di pêkanîna hevpar a erka perwerdehiya şer de bê misogerkirin."
Li gorî hat ragihandin; kifşên asîmanî, dewriyeyên hevpar ên li qada asîmanî ya li ser sînor, piştgiriya asîmanî ya ji bo leşkeran, veguhestina taktîkî ya hêzên asîmanî, rakirina birîndaran û tetbîqata gihandina kargoyê hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, dê tetbîqata hêzên Rus û Belarusê, heta 1ê Sibatê berdewam be.
Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko, di cotmehê de bi hinceta zêdebûna rageşiya li ser sînorên Dewleta Yekîtiya Rusya û Belarusê, hêzeke herêmî ya hevpar ku ji yekîneyên leşkerî yên herdu welatan pêk tê, ava kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin