Çînê 36 balafir û 6 kestiyên ser sandin ser wî welatî
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Taywanê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 36 balafirên Çînê yên leşkerî û 6 keştiyên şer li derdora Taywanê hatine dîtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Bergiriya Taywanê, hin balafirên Çînê ji xeta navîn a Kendava Taywanê derbas bûne ku ew xet weke sînorê di navbera Çîn û Taywanê de tê zanîn.
Hêjayî gotinê ye, Çîn Taywanê wekî beşek ji axa xwe dibîne û qebûl nake pêwendiyên wan bi Amerîka û welatên Ewropayê re werin pêşxistin.
Çîn bi şandina hêzên leşkerî û çavtirsandinê hewl dide bandora Taywanê ya li qada navneteweyî kêm bike û gefên dagirkirinê jî dixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin