Çînê, 6 kestiyên ser sandin Rojhilata Navîn!

22 October 2023 18:00 0 dîtin
Çînê, 6 kestiyên ser sandin Rojhilata Navîn!

PeyamaKurd- Piştî ku Amerîkayê keştiya balafiran şand Rojhilatê Behra Spî, hat diyarkirin ku Çînê jî 6 keştiyên şer li Rojhilata Navîn bi cih kirine.

Wezareta Parastinê ya Çînê ragihand ku hefteya borî 6 keştiyên şer ên Çînê li Rojhilata Navîn operasyon kirine. Hat ragihandin ku hêzên deryayî yên Çînê li Oman û Kuweytê operasyonan dimeşînin. Hat destnîşankirin ku tîma xebatê ya ku 6 meh berê hat Kendava Adenê ya li bakurê Somaliyê, bi keştiyên şer re bûn.

Her wiha daxuyaniyên Çînê di çapemeniya rojavayî de bû sedema bandorên dorfireh û çapemeniya rojava bal kişand ku nûçeyên di derbarê keştiyên şer ên Çînê yên li herêmê di demekê de hatin ku Amerîka hebûna xwe ya li herêmê zêde dike û wiha got:

"Ji ber ku rageşiya li herêmê her ku diçe zêde dibe, girîngiya 6 keştiyên Çînî operasyonê dibe. Li avên Rojhilata Navîn gav bi gav zêde bûye, lê hebûna keştiyên cengî yên Çîn û Amerîkayê jî diyar dike ku ev yek nîşaneya destwerdana du hêzên cîhanî ya li herêmê ye.