DYAyê dema erka kestiyên frokehilgir ên li Rojhilata Navîn dirêj kir
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê (Pentagon) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Parastinê Lloyd Austin ferman daye ku du koma şer a keştiyên frokehilgir li Rojhilata Navîn bimînin.
Pentagonê duh (Yekşem) da zanîn ku Wezîr Austin, ji ber di dema ku li Rojhelata Navîn alozî zêde bûye de hebûna leşkerî ya DYAyê zêdetir be, ferman daye du koma şer a keştiyên firokehilgir ku li Rojhilata Navîn bimînin.
Reutersê da zanîn ku daxuyaniya Pentagonê, piştî pêwendiya têlefonî ya Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austin û hevtayê wî yê Îsraîlî Yoav Galant hatiye dayîn û vê biryarê weke guherîneke gring nîşan da.
Pentagonê ji bo cihê keştiya frokehilgir a Teodore Roosevelt bigire, keştiya frokehilgir a Abraham Lincoln şandibû herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin