Hûsî li Derya Sor li kestiyekî konteyniran û 2 kestiyên ser yên DYAyê xistin

07 August 2024 21:59 0 dîtin
Hûsî li Derya Sor li kestiyekî konteyniran û 2 kestiyên ser yên DYAyê xistin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku wan di Derya Sor de li keştiyekî konteyniran û 2 keştiyên şer yên DYAyê xistine. Bi drone û balafirên bêmirov li keştiyan xistine lê xesara canî û maddî nayê zanîn.

Berdevkê Hûsiyan Yahya Sare ragihand ku li Derya Sor, keştiya konteyniran hildigre ku bandrala wê Lîberyaye ya bi navê Contship Onoye, bi fuze û İHA yan lê dane.

Sare, her weha ragihand ku hêzên hewayî yên Hûsiyan li destroyerekî DYAê ya bi navê Cole bi gelek İHAyan lê xistine. Detsroyera dinê ya DYAyê ya bi navê Laboon bi fuzeyên balistik lê xistine.

Terefê Hûsiyan encama xesarên di keştiyan de nizane lê heya niha ji aliyê DYA de jî ti agahî nehatiye belavkirin.