Taywan: Gelek balafir û kestiyên leskerî yên Çînê hatin dîtin

24 May 2024 11:02 0 dîtin
Taywan: Gelek balafir û kestiyên leskerî yên Çînê hatin dîtin

PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku di tetbîqata leşkerî ya Çînê ya li derdora Girava Taywanê û giravên girêdayî wê da 49 balafirên eskerî yên Çînê û 26 keştî li derûdora giravê hatin tesbîtkirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Wezareta Parastinê ya li ser platforma medyaya civakî hat dayîn de hat ragihandin ku ew li qada ku diyar kiribû firiyaye.

Di nexşeya ku wezaretê weşand de, hat dîtin ku balafir 40 mîlên deryayî (74,08 kîlometre) ji parêzgeha Keelung a li bakurê Taywanê û 57 mîlên deryayî (105,5 kîlometre) ji parêzgeha Pingtungê li başûr nêzîk bûye.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku li derdora giravê 26 keştiyên ku 19 jê yên hêzên deryayî û 7 jî yên hêzên ewlekariya peravê yên Çînê ne.