Ragesî zêde dibe! Li herêmê gelek balafir û kestiyên ser hene!
PeyamaKurd - Rageşiya di navbera Taywan û Çînê de berdewam dike. Wezareta Berevaniyê ya Taywanê ragihand ku ji şeva borî heta îro danê sibê 43 firokeyên leşkerî yên Çînê û 7 keştiyên şer li derdora girava Taywanê hatine dîtin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 43 balafiran 37 balafir ji xeta esmanî û behrê ya ku tê texmînkirin herêmên bandorê yên partiyan li Tengava Taywanê bisînor dike derbas kirin û li herêma ku Taywanê wekî "Herêma Nasnameyên Parastina Hewayî (ADIZ)" îlan kiriye firiyan.
Taywan ji sala 1949 de, dema ku Komara Gel a Çînê hate damezrandin, serbixweyek de facto ye. Cudabûna di navbera parzemîna Çînê û Taywanê de ku piştî şerê navxweyî derketibû holê hê jî didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin