Li Libyayê nakokiya navbera du hikûmetan zêde dibe: Gelek wezîran îstifa kir
PeyamaKurd – Li Libyayê ku ev çend sal in rûbirûyî şerekî dijwar ê navxweyî bûye, niha du hikûmetên cuda hatine avakirin ku di navbera wan de jî gelek nakokî hene.
Serokwezîrê Hikûmeta Demkî Ebdulhemîd El-Debîbe ku dema deshilatiya wî bidawî bûbû hikûmeta xwe dewam dike û heta niha 3 wezîrên wî îstifa kirine û li gorî medya xwecihî, tê çaverêkirin gelek wezîrên din jî ji karê xwe vekişin.
Herwiha hikûmeta Serokwezîr Fethî Başaxa ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hatiye erkdarkirin jî wek hikûmeteke din karê xwe didomîne û hêza artêşa Libyayê jî piştevaniya wî dike.
Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams li hember vê rewşê helwest nîşanî nakokiya di navbera hikumetên Ebdulhemîd El-Debîbe û Fethî Başaxa de nedaye û diyar e heta hilbijartinên giştî li Libyayê bên lidarxistin wê ev rewş berdewam bike.
Li gorî nirxandinan Nûnera NY Williams dibêje, kîjan hikûmet li ser desthilatê bimîne ne girêng e, lê ya girîng ew e di navbera Meclîsa Nûneran û Meclîsa Dewletê de rêkeftin çêbibe daku zemîna hilbijartinên giştî were danîn.
Li gorî nûçeyên dawî nakokî gihîştiye asta şer ku tê gotin, dibe hêzên girêdayî Başaxa derbasî paytext Terablûsê bibin û El-Debîbe jê derxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin