Di navbera esîran de nakokiya erd: 9 mirî, zêdetirî 50 birîndar
PeyamaKurd – Di şerê çekdarî yê navbera 2 eşîran de li parêzgeha Xyber Pakhtunkhwa, 9 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya televizyona Geo Newsê li herêma Kurram a eyaleta Xyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê di navbera eşîrên Bohshara û Dandar de ji ber nakokiya axê pevçûn derket.
Di pevçûnan de 9 kes mirin û zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Federal ê Pakîstanên Derveyî Welat û Çavkaniyên Mirovî Sacîd Huseyîn ji bo çareserkirina nakokiyan çû herêmê, dema ku rayedaran hewl dan ku rewşê kontrol bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin