Trêna rêwiyan wergeriya: 3 mirî, zêdetirî 50 birîndar

27 June 2024 18:20 0 dîtin
Trêna rêwiyan wergeriya: 3 mirî, zêdetirî 50 birîndar

PeyamaKurd – Li Komara Komî ya girêdayî Rûsyayê, trêna rêwiyan ji ser rêhesinê şemitî û wergeriya.

Hate ragihandin, trêna rêwiyan a li Komara Komî ya Rûsyayê sefera Vorkuta-Novorossiysk dikir, ji ser rêhesinê şemitî.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê 9 vagonên trênê ji ser rêhesinê derketine ku 232 rêwî tê de bûn.

Hate ragihandin ku di encama qezayê de termê 3 kesan hatiye dîtin. Hate diyarkirin ku ji ber di bin rêhesinê de erd şemitiye trênê ji ser rêhesinê şemitiye û wergeriyaye. Herî kêm 50 kes jî di encama qezayê de birîndar bûne.