Li Çapaqçûrê (Bingöl) otobusa rêwiyan wergeriya: 4 mirî û 32 birîndar hene

13 February 2025 22:52 0 dîtin
Li Çapaqçûrê (Bingöl) otobusa rêwiyan wergeriya: 4 mirî û 32 birîndar hene

PeyamaKurd – Otobusa aîdê şîrketa Mardin Seyahat, li ser rêya Çapaqçûrê (Bingöl) li gundê Doğanca ku navê gund yê Kurmancî nehat zanîn, ji desthilata ajotvan derket û di helan de çû jêr. Li ser qezayê, gelek tîmên tenduristiyê, cendirme, AFAD û UMKE bi parêzgerê Bingölê Ahmet Hamdi Usta re çûn ciyê bûyerê.

Li gor çapemeniyê; otobus ji Şirnexê diçû bajarê Erzeromê û seet di 20.00an de ji navça Gêncê (Dara Hênê) re 8 km dimîne, qeza dike. Hat ragihandin ku rê bi cemed bûye û otobus şemitiye.

Parêzgerê Çapaqçûrê Ahmet Hamdi Usa got ku di otobusê de 41 rêwî hebûne û weha dewam kir:

“Ajotvan, cîgirê wî û muawîn di nav de di otobusê de 41 rêwî hebûn. Tîmên me yên AFAD, cendirme, UMKE û 112an hatin ciyê rûdawê. Heya niha 4 hemwelatiyên me can dane. 3 ji wan di bin otobusê de mabn û yek jî li nexweşxana dewletê ya Gêncê can da. 24 birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Gêncê û 8 birîndar birin nexweşxana dewletê ya bajarê Bingolê.

Tîmên me dixebitin ku otobusê ji helan derxin û eger kes di bin otobusê de mabe yên candayî û birîndar, dê ew jî diyar bibe. Rehma Xwedê li candayiyan be û ji birîndaran re şîfayê dixwazim. Di vê şeva Qandîla Beraetê de qezayekî weha me xemgîn kir.”