Otobusa rêwiyan wergeriya: Gelek birîndar hene!

11 October 2024 10:33 0 dîtin
Otobusa rêwiyan wergeriya: Gelek birîndar hene!

PeyamaKurd – Li navçeya Çayê ya Afyonkarahîsarê di encama otobusa wergeriya ya şîrketa Cizîrê Îtîmatê de 21 kes birîndar bûn.

Qeza li herêma gundê Cumhuriyetê pêk hat.

Otobusa fîrmaya Cizîrê Îtimatê ku hêj şofêrê wê û plaqeya wê nehatine tespîtkirin ji kontrolê derket û wergeriya binê xendekê.

Li Afyonkarahîsarê otobuseke rêwiyan wergeriya û ket xendekê. Tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaiye û cendirmeyan hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê. 21 kesên birîndar li nexweşxaneyên cuda yên Afyonkarahîsarê hatin dermankirin.

Lêpirsîna derbarê sedema qezayê de dewam dike, rayedaran derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.