Li Çewlikê otobusa rêwiyan wergeriya: 12 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Çewlikê otobusa rêwiyan wergeriya û di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a bi plaqeya 20 PK 010 a ku nasnameya ajokarê wê hêj nehat hînbûn, ji ber berfa zêde, li cihê gundê Çobantaşiyê ya ser rêya Çewlik-Karliovayê ji kontrolê derket.
Di qezayê de 12 rêwiyên otobusê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê 112 ekîbên Servîsa Lezgîn û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Herwiha hat hînbûn ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê û xetereya jiyana wan tune.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin