Li Meletiyê otobusa rêwiyan wergeriya: 14 birîndar, 3 jê giran

14 August 2024 11:30 0 dîtin
Li Meletiyê otobusa rêwiyan wergeriya: 14 birîndar, 3 jê giran

PeyamaKurd – Li gor agahiyên ewil li navçeya Akçadagê ya Meletiyê otobusa rêwiyan wergeriya û 3 jê giran 14 kes birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a ku ji Bodrumê diçû Wanê, li nêzî Taxa Doganlar a navçeya Akçadag a Meletiyê, di encama ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê wenda kir, wergeriya.

Li ser agahdarkirinê gelek ambûlans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê de 3 jê giran 14 kes birîndar bûn. Piştî mudaxeleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.