Kamyon wergeriya ser otobusa rêwiyan: 13 mirî û 5 birîndar

13 August 2022 23:35 0 dîtin
Kamyon wergeriya ser otobusa rêwiyan: 13 mirî û 5 birîndar

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencapê li bajarê Rahîm Yar Xan ê li ser rêya navenda Ferozayê kamyonekî ket ser otobusa rêwiyan û di encamê de 13 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Qeza di wexta ku otobus di rêya xwe de diçû çêbû.

Tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneyan lê şertên hewayê xebata desthilatan asteng dike.