Li Erzinganê otobusa rêwiyan wergeriya
PeyamaKurd – Li Erzinganê otobusa rêwiyan qulibî, gelek ambûlans û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê hatin kirin.
Otobusa rêwiyan li cihê Sakaltutanê ya Rêbeja Erzîngan-Sêwasê qulibî.
Li ser agahdarkirinê gelek ambûlans, îtfaiye, AFAD û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî cihê qezayê kirin.
Waliyê Erzinganê Hamza Aydogdu diyar kir ku li cihê Sakaltutanê otobusek qeza pêk hat û wiha got: "Niha 4 birîndarên me hene, kesên me yên birîndar sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Hemû ekîbên tenduristiyê û lêgerîn û xilaskirinê li cihê qezayê ne. Otobus ji Stenbolê dihat."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin