Li Çewlikê otobusa rêwiyan wergeriya! Mirî û birîndar hene!
PeyamaKurd – Bi şev li herêma Gundê Kûmbetê ya ser rêya Çewlik-Erziromê ji ber barîna berfê û cemedê otobuseke rêwiyan ji kontrolê derket û wergeriya. Otobusa bi plaqeya 34 GC 312 a fîrmaya Cesur Bîngolê sefera Çayelî-Mêrsînê dikir. Di qezayê de 2 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.
Birîndar şandin nexweşxaneyê
Li ser agahdarkirina qezayê 112 tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê, paşê li gor rewşa wan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê kirin.
Daxuyaniya Parezgarê Çewlikê
Parezgarê Çewlikê Ahmet Hamdî Usta piştî qezayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
“Li Gundê Kumbetê yê navçeya Karliovayê ya li ser rêya Erzirom-Bîngolê ji ber barîna berfê û cemedê otobuseke ku 23 rêwî tê de bûn wergeriya. Mixabin 2 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 16 rêwî jî birîndar bûn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndarên me re jî şifaya lezgîn dixwazim."
Li herêmê şert û mercên hewayê zehmetiyê dikişîne
Berdewam barîna berfê û cemedê li herêmê rê li ber metirsiyên cidî yên hatinûçûnê vedike. Rayedaran hişyarî da şofêran ku bi taybetî bi şev baldar bin û lastîkên zivistanê li wesayîtên xwe xin.
Lêkolîna qezayê dewam dike
Li gundê Kumbetê ku qeza lê qewimî tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Ekîban derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo tespîtkirina teqez sedema qezayê lêkolînên berfireh dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin