Li Tirkiyê trêna rêwiyan qulibî: 10 mirî 73 birîndar
PeyamaKurd - Li parêzgeha Tekirdag a Tirkiyê vagona trêneke rêwiyan ya ku sefera Kapikule-Stenbolê dikir ji rayê derket û qulibî, di encama bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 73 kes jî birîndar bûn.
Li Çorluya navçeya Tekirdagê li dexma gundê Sarilarê trêneke rêwiyan ji ber derketina vagonên wê ji rayê qulibî.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand ku di encama bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 73 kes jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya Parêzgerê Tekirdagê trêna ku ji navçeya Uzunkopriyê ber bi Stenbolê ve hereket dikir, ji ber rewşa hewayî hinek vagonên trênê ji rayê derketin û li ser îstiqameta Çorluyê li dexma gundê Sarilarê qulibî.
Ji bo cihê bûyerê ku bi rêya bejayê ve çûna wê zehmet e, sewqa ekîban didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin