Li Navçeya Koye ya Hewlêrê otobûsa rêwiyan qulibî: 1 mirî 27 birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 27ê Tebaxê, li navçeya Koye ya Hewlêrê di encama wergerîna otobûseke rêwiyan de, kesekî can daye û 27 jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku bûyera trafîkê li ser otorêya Silêmaniyê û Koyeyê pev girê dide rû daye û otobûseke rêwiyan li devera gundê Kilkê Simaqê wergeriyaye.
Berpirsê Tenduristiya Şêxanê Kamaran Şêxanî ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkî kesekî di qezayê de can daye û 27 jî birîndar bûne ku rewşa gelek birîndaran di xeterê de ye.
Hate diyarkirin ku piştî bûyerê birandar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û derbarê qezayê de jî lêpirsîn didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin