Li Qersê otobûsa rêwiyan ji kendalekî bilind kete xwar: Gelek mirî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê danê sibehê li navçeya Qamûşan a bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan ji kendalekî bilind ket ku tê de bi dehan rêwî hebûn.
Li gorî zanyariyan otobûsa rêwiyan a ji Erziromê ber bi Qersê ve diçû, li nêzî gundê Karakurt a Qamûşanê piştî di nav vîyaduka nû hatiye çêkirin de derbas bû ji rê derket û ji kendalekî 50 metreyî kete xwar.
Tîmên cenderme û hawarçûnê li cihê bûyerê xebatên rizgarkirinê didomînin.
Li gorî agahiyên destpêkê di encama bûyerê de hejmareke zêde mirî û birîndar hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin