Otobûsa rêwiyan wergeriya: 26 kes birîndar bûn

29 September 2019 23:08 0 dîtin
Otobûsa rêwiyan wergeriya: 26 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Îro Yekşemê li ser rêya di navbera bajarên Meletî û Sêwazê yên bakurê Kurdistanê de otobûsa rêwiyan wergeriya û 26 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku otobûsa rêwîyan li derdora herêma Taxa Dîlek a li ser rêya navbera Meletî û Sêwazê wergeriyaye û di encama qezayê de 25 rêwî û ajokar Mûrat Altûntaş birîndar bûn.

Li gor zanyariyên welatiyên şahidê bûyerê, piştî qezayê gelek tîmên tenduristî, agirkuj û polîsan bi hawarê ve çûn û rêwiyên birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin ku hat diyarkirin rewşa tenduristiya hinek birîndaran giran e.