Otobûsa rêwiyan a Diyarbekirê ku diçû Bodrumê qulibî: 8 mirî, 35 birîndar…
PeyamaKurd – Otobûsa rêwiyan a ji Diyarbekirê diçû navçeya Bodrum a Muglayê, li navçeya Dînar a Afyonkarahisar qulibî û li gorî agahiyên destpêkê 8 kesan can da.
Hat zanîn ku otobûsa rêwiyan a ji Diyarbekirê ber bi Bodrumê ve diçû, derengiya şevê li Dînarê qulibî ye û tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên destpêkê, 8 kesan can daye û 35 rêwî jî birîndar bûne ku birîndar bo nexweşxaneyan hatine rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin