Otobûsa ku diçû Wanê li Sêwasê qeza kir: 4 mirî, 32 birîndar...

15 October 2023 10:32 0 dîtin
Otobûsa ku diçû Wanê li Sêwasê qeza kir: 4 mirî, 32 birîndar...

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 15ê Cotmehê danê sibehê otobûsa rêwiyan a ku ber bi bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ve diçû, li navçeya Gurun a Sêwasê wergeriya.

Di bûyerê de li gor zanyariyên destpêkê, 4 kesan can daye û 32 rêwî jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan  ji bajarê Stenbolê diçû Wanê û îro demjimêr derdora 06:30 li ser rêya Pinarbaşi-Gurunê nêzîkê gundê Cilikanê wergeriya.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristî, parastina sivîlan, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê û camên otobusê hatin şikandin da ku rêwî werin derxistin.

Birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatine veguhestin.