Dema diçûn daweta keça xwe qeza kirin û 4 kes mirin

20 August 2024 20:37 0 dîtin
Dema diçûn daweta keça xwe qeza kirin û 4 kes mirin

PeyamaKurd – Malabatekî dema diçû daweta keça xwe ya li Nisêbînê, li navbera navça Hezo (Kozluk) û bajarê Batmanê qeza kirin. Rêya li serê qeza kirin ku di nav gundê Kanîkê (Samanyolu) de diçû, li gund rê ketibû ser yek şerîdekî û kamyonet û TIR bi serî li hev ketin.

Bûyer, li dora wextê nîvro çêbû. Ji heman malbatê Medeni İba, Remziye İba, Neslihan İba û Mensuriye Güler wefat kirin. Cenazên wan ji bo otopsiyê birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.

Hat gotin ku Medeni û Remziye İba ji bo daweta keça xwe diçûn navça Nisêbînê.

Ajotvanê TIRê M.Ş.A. piştî tedawiya wî hat kirin, xistin binçav.