Barîna baranê bû sedema qezayê: 4 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Entabê li navçeya Nûrdaxiyê di encama barîna baranê de çamûra ku kete nava rê, bû sedema erebe bişemitin û qeza çêbibe. Di serî de du otomobîl lihev ketin. Otomobîleka dinê jî, ji ser rê şemitî û ket kanala avê.
Di qezayê de 4 kes birîndar bûn. Hemwelatiyên ku qezayê dîtin alîkariya kesên di otomobîlan de kirin û birîndaran ji erebeyan derxistin. Paşî telefona tîmên 112 yên lezgîn kirin. Tîmên 112 an birîndaran birin nexweşxana Nûrdaxiyê ya dewletê. Ji birîndaran halê 2 ji wan xedare.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin