Bi sedema qezayê du malbat pevçûn: 20 birîndar

05 December 2020 19:34 0 dîtin
Bi sedema qezayê du malbat pevçûn: 20 birîndar

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navçeya Yenişehirê li taxa Fabrîqê bi sedema qezayeka biçûk çêbû, di navbera du malbatan de pevçûn derket, bi dar, kevir û kêran lihev dan û di encamê de 20 kes birîndar bûn.

Ajotvanekî di dema ku erebeya xwe park dikir li erebeyak dinê dixe û pevçûn li ser wê dertê. Polîs dikeve navbera wan û wan ji hev vediqetîne û her du malbat li qereqolê giliyên hev dikin. Îro car din di navbera wan de pevçûn derket û lihev dan.

Li ser agahdarkirina polîsan, polis û tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê û tedbîrên xwe sitendine. Bi ambûlansan birîndaran şandine nexweşxaneyan û polîs çûn û hatina taxê girtiye. Bi sedema ku mesafeya navbera xwe îhlal kirine, polîsan ji wan re ceza nivîsand.