Li Xarpêtê di navbera malbata bûk û zavê de pevçûn derket: 3 kes birîndar bûn

25 August 2024 00:04 0 dîtin
Li Xarpêtê di navbera malbata bûk û zavê de pevçûn derket: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li taxa Abdullah Paşa, di salona dawetê de di navbera malbata bûk û zavê de pevçûn derket û 3 kes birîndar bûn.

Ewilî di navbera malbatan de munaqeşe çêbû û paşî li hev xistin. Di şer de 3 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê polîs û tîmên tendurstiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan û polîs tedbir girt da rûdan mezin nebe.

Nehat ragihandin bê sedema pevçûna her dû malbatan bi çi sedemiye.