Di navbera du malbatan de pevçûn derket: 2 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Li bajarokê Kelekçî îro danê êvarî şerek di navbera du malbatan de rû da û di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li bajarokê Kelekçî ser bi navçeya Şêxanê ve, îşev saet 10.00, şerek di navbera 2 binemalan de derket. Li gor zanyariyan di encama wî şerê çekdarî de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Serdar Şêx Yehya, Qayimqamê qezaya Şêxanê ragihand, rewş li wê komelgehê hatiye kontrol kirin û dest bi lêkolînê kirine.
Rêveberê Nahiyeya Kelekçî Heval Akreyî,ragihand, berî nêzikî 5 salan jî şerekê di navbera herdu malbatan de rû dabû û di wî şerî de jî kuştî û birîndar hebûn.
Li gor zanyariyên berdest yek ji wan kesên di encama wî şerî de canê xwe ji dest daye, ne aliyekî şer bûye û dema ku li wê deverê derbas dibû bûye armanca guleyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin