Li Licê di navbera du malbatan de pevçûn derket: Kesekî hat kustin û 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Licê li gundê Dibekê di navbera du malbatên eqrebayên hevin de li ser arazî pevçûn derket. Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di bûyerê de Ramazan Ö., Sıddık Ö., Mert Ö. û kesekî navê nehat hînkirin birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina cendrimeyan û tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Licê. Li nexweşxanê Ramazan Ö. jiyana xwe ji dest da. Dermankirina birîndarên din dewam dike.
Hêzên asayîşê li gund tedbîran girt û li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin