Di navbera du malbatan pevçûn derket: 2 kesan can dan
PeyamaKurd - Li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê, do bi şev roja Yekşemê di navbera du malbatên ji eşîra El-Badîne li gundê Til Kerem ê de pevçûn çêbû, di encamê de 2 kesan can dan û kesek jî birîndar bû.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, sedema nakokiyê pezê malbata Hesen Elo Seîd, kete nava zeviyên çandiniyê yên avî yên malbata Hec Eslan Osî.
Herwiha li gorî çavkaniyan, ji gund di encama nakokiyê de her du malbatên gule li hev reşandine û 2 kesan can dane û yek jî birîndar bûye û rakirina naxweşxaneyên Qamişlo û rewşa wî giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin