Di navbera malbatên dijminên hev de, pevçûn derket: 15 birîndar

16 December 2024 23:31 0 dîtin
Di navbera malbatên dijminên hev de, pevçûn derket: 15 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Ercîşê di navbera du malbatan de şer derket, her dû malbat bi dar, kevir, kêr û çekan li hev xistin. Di pevçûnê de 15 kes birîndar bûn û birîndaran birin nexweşxanan.

Tîmên cendirme û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, tedbîrên xwe sitendin û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên Ercîş û Bêgiriyê (Muradiye). Lêpirsîna di mijara pevçûnê de dewam dike.