Li Pakistanê di navbera esîretan de pevçûn derket: 11 kustî hene

12 October 2024 19:34 0 dîtin
Li Pakistanê di navbera esîretan de pevçûn derket: 11 kustî hene

PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê li eyaleta bi navê Hayber-Pahtunhvayê di navbera eşîretan de şer derket û di encamê de 11 kes mirin. Di nav birîndaran de jin û zarok hene.

Sedema şer henat zanîn lê ji bilî 11 kuştiyan 8 kes jî birîndar bûne. Rayedarê cîh yê bi navê Cawedullah Xan, ji bo rojnamevanan ragihandiye ku li navça Kurramê li gelek ciyan bi guleyan li ereban xistine.

Xan ragihandiye ku ji bo ber li bûyeran bigrin, tedbîran sitendine û birîndaran birine navendên tenduristiyê.

Li herêmê, di meha borî de bi sedema arîşa arazî pevçûn çêbûbûn û herî kêm 25 kes miribûn.