Amed | Di navbera du malbatan de pevçûn çêbû: Kustî û birîndar hene

04 June 2020 09:31 0 dîtin
Amed | Di navbera du malbatan de pevçûn çêbû: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li Çinara Amedê di pevçûnekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 jê bi giranî 7 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li Taxa Fatihê ya Çinara Ameda bakurê Kurdistanê bûyer di navbera du malbatan de û ji ber nakokiya araziyê rû daye.

Di encama wê  pevçûnê de 3 kesan jiyana xe ji dest daye û 2 jê bi giranî 7 kes birîndar bûne.

Her wiha hat ragihandin ku wesayîta tîmên hawarçûnê ku birîndar dibin nexweşxaneyê di rê de qeza kiriye.

Piştî agahdarbûnê hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê bergiriyên ewlehiyê wergirtin.