Di navbera YBS û Artêsa Iraqê de pevçûna duyemîn çêbû

19 April 2022 16:37 0 dîtin
Di navbera YBS û Artêsa Iraqê de pevçûna duyemîn çêbû

PeyamaKurd- Di nav leşkerên Artêşa Iraqê û hêzên YBŞê de pevçûna duyemîn qewimî. Hat zanîn ku di pevçûnê de 4 kes birîndar bûne.

Piştî ku duh li Şingalê di navbera Hêzên YBŞê û leşkerên Artêşa Iraqê de alozî derketibûn, ev alozî îro jî domiyan û vegeriya pevçûnê. Di pevçûna îro de jî aliyan li hev nekir. Artêşa Iraqê dixwaze çend navendên leşkerî yên YBŞ bike bin kotrola xwe lê Hêzên YBŞ kontrolê qebûl nakin.

Hat zanîn ku ji 4 birîndaran 2 jê sivîl, 2 jî endamên YBŞê ne.