Li Kerkûkê di navbera artêsa Iraqê û Pêsmerge de ji bo demekê alozî çêbû
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên çavkaniyên ji herêmê, îro 3yê Gulanê li sînorê parêzgeha Kerkûkê di navbera hejmarek Pêşmerge û artêşa Iraqê de alozî çêbû û 6 Pêşmerge ji bo demekê hatin girtin.
Hat zanîn ku bûyer îro danê sibehê li xala kontrolê ya Gelî Simayil Beg a artêşa Iraqê ya sînorê nehiyeya Şiwan a parêzgeha Kerkûkê çrû daye û6 Pêşmergeyên Fewca 2 a Lîwaya 6 a Wezareta Pêşmrge ji aliyê hêzên Iraqî yên xala kontrolê ve hatine girtin.
Li gorî zanyariyan erkê wan Pêşmergeyan sînorê nehiyeya Şiwan e û mala wan li devera Raperînê ye ku dema vegerê li xala kontrolê hatine rawestandin û lêpirsîn bo wan hatiye kirin.
Hat diyar kirin ku Pêşmergeyan xwe daye naskirin û ji hêzên Iraqî re gotine ew Pêşmerge ne û di erkê xwe de bûne, lê dîsa jî hêzên Iraqê ew girtine.
Piştre hêzeke Pêşmerge ketiye tevgerê û hişyarî dane artêşa Iraqê ji bo ew pêşmerge werin berdan û piştî çend demjimêran jî bi navbeynkariya Şaxa Kerkûkê ya YNKê û hêzên emnî yên deverê hatine berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin