Li Kerkûkê jûra hevbes di navbera Pêsmerge û artêsa Iraqê de tê pêkanîn

22 May 2021 15:00 0 dîtin
Li Kerkûkê jûra hevbes di navbera Pêsmerge û artêsa Iraqê de tê pêkanîn

PeyamaKurd – Sibê li Kerkûkê jûra hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de tê pêkanîn.

Li gor Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Tehsîn Xefaçî diyar kiriye: “Biryar e sibê li Kerkûkê jûra hevbeş di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de tê pêkanîn û wê dest bi civînan bikin ji bo tijekirina valahiya ewlehiya li deverê.”

Xefaçî daye zanîn: “Me li Diyala, jûra hemahengiyê pêk aniye û em serkeftî bûn, li Kerkûkê jî em ê sibe civînê bikin, nûnerê Pêşmerge jî li jûrê amade bibe.”

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Tehsîn Xefaçî herwiha eşkere kir: “Karê jûrê di destpêkê de danûstandina zanyariyan e û herwiha gotûbêjkirina li ser zanyariyên îstixbaratê yên çekdarên DAIŞê ye, ku armanca hemûyan rûbirûna wan e.”