''Bi lez hewla avakirina hêzeka hevbes di navbera Pêsmerge û artêsa Iraqê de bin''

01 May 2021 11:59 0 dîtin
''Bi lez hewla avakirina hêzeka hevbes di navbera Pêsmerge û artêsa Iraqê de bin''

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derbarê êrîşa DAIŞê ya li ser Pêşmerge peyamek belav kir û da zanîn, wan gelek caran Hikûmeta Iraqê li ser bihêzbûna DAIŞê hişyar kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo êrîşa şeva borî li ser hêzên Pêşmerge li devera Pirdê de diyar kir, me çendîn caran Hikûmeta Iraqê û hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê li ser metirsiya bihêzbûna DAIŞê û sûdwergirtin ji valahiya ewlehiyê li deverên nakok agahdar kiribû. Êrîşa şeva borî li ser Pêşmerge hevdem bûye bi çend êrişên din yên DAIŞê re.

Serokê Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Parlamento û Hikûmeta Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê kiriye, bi lez hewla avakirina hêzeka hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bin li deverên nakok da ku DAIŞ nekariye wê valahiyê wek korîdorê bikar bîne. Ji ber ku ew metirsiyek mezin e li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê herwiha gef e li ser ewlehiya deverê û cîhanê.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de eşkere kiriye, Herêma Kurdistanê amade ye ji bo her cure hevkariyeke pêxemet avakirina hevbeşî û hemahengiyeka bilez.