Di navbera Hewlêr û Bexdayê hêzeke hevbes tê avakirin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir hêzeke hevbeş wê bê avakirin.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Madeyên Hişbir li Wezareta Navxwe ya Iraqê Lîwa Mafperwar Ehmed Zirkanî îro 14ê Çile ragihand, ji bo yekem car di dîroka Iraqê de, hevahengiyeke bilind di dosyeya madeyên hişbir de di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û ji bo danîna hêza hevbeş jî tîmeke hevpar hatiye avakirin.
Lîwa Mafperwar Ehmed Zirkanî got, di sala 2021ê de, 500 kîlogram û di sala 2023yan de jî çar ton madeyên hişbir hatine desteserkirin û 3 bergumanên madeyên hişbir di sala 2022yan de bi cezaya darvekrinê hatine cezakirin ku di sala 2023yan de jî, 50 bazirganên madeyên hişber bi davekirinê hatin sizadan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî xala yekem a madeya 27 a yasaya madeyên hişbir a sala 2027an a Iraqê, cezayê bazirganên madeyên hişbir, digihe heta darvekirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin