Husên: Di navbera Enqere û Bexdayê de peymaneke operasyonên leskerî yên hevbes tune ye

12 August 2024 14:01 0 dîtin
Husên: Di navbera Enqere û Bexdayê de peymaneke operasyonên leskerî yên hevbes tune ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên destnîşan kir ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser operasyonên leşkerî yên hevbeş ên li ser xaka Iraqê ti peymaneke destûrkirî tune ye.

Fuad Husên angaştên ku "Bexda û Enqere di derbarê ketina artêşa Tirkiyeyê ya nav xaka Iraqê de li hev kirine" red kir.

Huseyîn bi bîr xist ku di destpêka salên 1980î de di navbera hikûmeta Iraqê ya wê demê û Tirkiyeyê de peymanek hatiye îmzekirin û got, "Li gorî wê peymanê, Tirkiye dikare ji bo 72 demjimêran, li kûrahiya 5 kîlometreyan bikeve nav axa Iraqê û operasyonan pêk bîne, lê belê ev destûr bi şertê ku beriya operasyonê armanca operasyonê ji aliyê Iraqê re ragihîne ye. Ji bilî vê, di navbera Tirkiye û Iraqê de ti lihevkirinek tune ye."

"Rewşa Rojhilata Navîn metirsîdar e"

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên di derbarê aloziya Rojhelata Navîn û gefên Îranê yên li ser Îsraîlê jî vê nirxandinê kir: "Niha herêm di nava şer de ye û li gorî min rewş metirsîdar e. Li Rojhelata Navîn gelek navçeyên bi nakok hene û ev navçeyên bi nakok, li ser cîhanê jî metirsiyekê dihewîne. Ji ber vê yekê Rojhelata Navîn di nav zengila agir de ye."

Wezîr Huseyîn balê kêşa ser zêdebûna tengijîna di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku rasterast bandorê li rewşa Iraqê jî dike û got: "Aramî û ewlehiya herêmê bi hev re girêdayî ne. Aloziya li welatekî Rojhilata Navîn bandorê li rewşa welatên din jî dike."

"Biryareke Iraqê ya vekirina nûsîngeha Hemasê tune ye"

Huseyîn diyar kir ku ji ber Iraq qebûl nake ku bibe navenda nakokiyên herêmî, biryareke fermî ya vekirina baregeha Hemasê ya li Iraqê û mazûvaniya serokên wê tune ye.