Li Bexdayê civîneke girîng di navbera fraksiyonên Kurdistanê de
PeyamaKurd - Beriya rûniştina sibe ya Parlamentoya Iraqê di navbera Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanê yên li Iraqê de civîneke girîng hate encamdan.
Di civîna ku li mala Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla pêk hat de, fraksiyonên partiyên Kurdistanê beşdarî kirin. Li gorî zanyariyan di civînê de qala yekhelwestiya alîyên Kurdistanê di rûniştina parlamentoyê de hatiye kirin ku sibe sererastkirina budçeyên 2023,2024 û 2025an ku pişka Kurdistanê tê de ye diçe ber dengdanê.
Hêjayî gotinê ye, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevdîtina ligel Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Federal a Iraqê, duh 19ê Çile gihîştibû Bexdayê.
Wezareta Darayî ya Federal her sal ji bo amadekirina bernameya bûdçeya salane dicive û serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de bû.
Civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Federal li mala Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên hat kirin û 3 demjimêran berdewam kir.
Di civînê de behsa dahata neneftî û deynên li ser Herêma Kurdistanê hat kirin û herwiha mekanîzma dabeşkirina mûçeyên îsal ên karmendên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin