Di navbera Hewlêr û Berlînê de hewla hevkariya teknîkî
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Almanyayê de serdana navenda Ajansa Alîkariya Teknîkî ya Federal a Almanyayê (THW) kir.
Rêber Ehmed di serdana xwe ya navenda ajansê de ji aliyê Seroka THWê Sabine Lackner ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji ber ku bûye yekemîn seroka jin a THWyê Sabine Lackner pîroz kir.
Hevkariya Almanya û Herêma Kurdistanê
Di hevdîtina ku pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Almanyayê hatin nirxandin de, pêwîstiya hevkariya dezgehê ya bi Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê re hate destnîşankirin.
Di hevdîtinê de Seroka THWê Sabîne Lackner jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Ehmedî a ji bo baregeha navenda wan nîşan da.
Piştre behsa qonaxên bê yên hevkariyên di navbera her du aliyan de hate kirin.
THW, dezgeha berpirs a bersivdana qeyran û karesatan a Almanyayê ye û hevkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dike.
Bi vî awayî wê ezmûna Almanyayê ji bo başkirina sîstema bersivdana qeyran û karesatan a li Herêma Kurdistanê bê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin