2 pismam di rêya xwe de diçûn lê bi guleyên demançê hatin kustin

02 December 2021 02:15 0 dîtin
2 pismam di rêya xwe de diçûn lê bi guleyên demançê hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê du pismam li ser motorsîkletê di rêya xwe de diçûn û 2 kesên din bi demançê li wan xistin. Her du pismamên bi navên Yusuf Çiftsüren û Abdulsamet Çiftsüren, birîndar bûn. Wan birin nexweşxanê lê her dû pismam li nexweşxanê can dan.

Polîs li ser bûyerê dixebite da ku qatilên her dû pismaman bigre.